Mesrûr Barzanî bo Serokwezîrê Iraqê: Eger niyeta çareseriyê hebe gelek rê hene ji bo çareserkirina kêşeyan

Bexda-KDP.info- Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, Mesrûr Barzanî ji Serokwezîrê Iraqê re diyar kiriye: “Eger niyeta çareseriyê hebe, gelek rê hene ji bo çareserkirina kêşeyan û rêkeftina me ya aliyan û karnameya wezarî ya hikûmeta me heye ji bo çareserkirina kêşeyan.”
Îro Çarşemê 11ê Çileyê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî civiya. Di civînê de tekezî li girîngiya çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal li ser bingeha destûr û karnameya wezarî hat kirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê kir ku eger niyeta çareseriyê hebe, gelek rê hene ji bo çareserkirina kêşeyan, herwiha diyar kir ku rêkeftina me ya aliyan û karnameya wezarî ya hikûmeta me heye ji bo çareserkirina kêşeyan.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî tekez kiriye ku daxwaza me ya bihêz heye ji bo çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal, bi awayekî ku di berjewendiya hemû welatiyên Iraqê de be.
Beşeke din a civînê li ser gotûbêjkirina amadekariyên projeyasaya budceya federal a ji bo sala 2023an û hûrgiliyên pişk û heqên darayî yên Herêma Kurdistanê di budceya federal de bûye.
Herwiha li ser pêngavên amadekirina projeyasaya petrol û gaza federal gotûbêj hatiye kirin, her wek di rêkeftina aliyan de ji bo pêkanîna hikûmetê û di karnameya wezarî de hatiye.
Herdu alî hevnerîn bûne li ser pêwîstiya çareserkirina kêşeyan û gihîştina çareseriyekê ji bo herdu mijarên pêwendîdar ên budce û petrol û gazê di çarçoveya destûrê de.
Girîngiya cîbicîkirina Madeya 140 û desteberkirina mafên destûrî yên hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê wek beşek ji sîstema berevaniya Iraqa Federal û cîbicîkirina rêkeftina Şingalê, çend mijarên din ên gotûbêjan bûne.




