25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Hollanda li Hewlêrê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî îro Sêşema 20.12.2022 pêşwazî li Konsulê Hollanda li Hewlêrê Yako Berends kir.

Di civînê de behsa pêwendiyên dostane û dîrokî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Hollandayê hat kirin, bi taybetî di warê şerê li dijî terorîstan de ku Hollanda beşek bû ji hewlên navdewletî yên ji bo alîkariya Pêşmerge ji bo şikandina DAIŞê.

Mijareke din a civînê jî ewlehiya xwarek û pêwîstiya piştevanîkirina li sektora çandiniyê bû ta ku bibe çavkaniyeke girîng li kêleka samanên din ên bi xêr û bereket ên Kurdistanê.


 

Nûçeyên têkildar