26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Nebîl Erebî gihişte Bexdayê

Çavkanî: KDP.info

Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Nebîl bi mebesta gotûbêjkirina amadekariyên sazkirina Lûtkeya Erebî, gihişte Bexdayê.

Çavkaniyeke agehdar daxuyand ku îro sibehê, Nebîl Erebî hat Bexdayê û dê digel Wezîrê Derve yê Iraqê, Serokwezîr û çend berpisên din bicive ji bo gotûbêjkirina amadekariyên sazkirina Lûtkeya Erebî li Bexdayê ku biryar e di 29ê vê mehê de li dar keve.

Duhî, Cîgirê Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Bin Hilî ragihand roja yekşemê (îro) şandeke bilind a erebî dê serdana Bexdayê bike ji bo gotûbêjkirina amadekariyên sazkirina Lûtkeya Erebî digel berpirsên Iraqê.

Bin Hilî aşkere kir ku şanda han bi serokariya Nebîl Erebî ye û ji 10 balyozan pêk tê û dê amadekariyên civîna wezîrên derve û aborî yên welatên erebî digel berpirsên Iraqê gotûbêj bike.

Nûçeyên têkildar