Nêçîrvan Barzanî: Em ji bo ku Kurdistan bibe hêlîna aştiyê dixebitin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê ji bo Roja Mafên Kêmîneyan peyamek belav kir û got, em ji bo wê dixebitin ku wek her tim, “Kurdistan ji bo me hemûyan bibe welatê hev civandinê û hêlîna aştiyê be.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Yekşema 18ê Berfanbara 2022an di Twittera xwe de peyamek belav kir û got, “Di Roja Cîhanî ya Kêmîneyan de, em teqezî li ser pirdengî, pêkvejiyan, lêborîn û hevqebûlkirina hemû pêkhateyên neteweyî û olî û parastina mafên wan dikin.”
Nêçîrvan Barzanî her wiha anî ziman, “Em ê bixebitin ku Kurdistan bê cudahî bibe welatê hev civandinê û hêlîna aştiyê ji bo hemûyan.”




