Biriyar hate dan hêzên serbazî û polîsên Iraqî li Mûsil bihêne derêxistin

Mûsil-KDP.info/ Endamekê civata parêzgeha Mûsil li ser lîsta birayetî ku pişkdarî diyarkir ku li kombûna duhî ya civata parêzgeha mûsil biriyar hate dan hêzên leşkerî û polîsên Iraqî li mûsil bihêne derxistin.
Qasim Salih bo Evro diyarkir ku civatê bi piraniya dengan biriyarda, piştî derêxistina van hêzan, polîsên navixûy cihê wan bigirin û parêzgarî mûsil jî bibe serokî hêzên êmnahiyê li deverê û bi çi şêwazekî hêzên supayê Iraqê ewên ser bi Nurî Malikî ve li Mûsil nemînin.
Qasim Salih diyarkir civatê dîsa biriyar da, vekolîn û dûvçûn li ser kuştina wî xwenîşanderê bihête kirin ku roja eynî di nav destê hêzên leşkerî da hatî ye kuştin û şeş kes birîndarbûy.
Qasim Salih diyarkir ku wan wek civata parêzgehê, Esîl Nucêfî raspardî ye bo bicihînana van biriyaran ji ber ku ew bi fermî bûye serokî lîjneya êmnahiyê.
Ji aliyê xwe ve, serokatiya herêma Kurdistanê di beyannamekê da bi dijwarî destdirêjiya ser xwenîşaderan li bajêrê Mûsil şermzar kir û daxwaz ji hemû layekê kirî ye xwe ji tundûtûjiyê û bikarînana hêzê dûr bixin.




