Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Konsulê Tirkiyê kir

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Konsulê nû yê Tirkiyê li Hewlêrê Mehmet Mevlut Yakut kir û di hevdîtinê de behsa li pêşxistina peywendîyên dualî kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Sêşemê 13.12.2022yan pêşwazî li Konsulê nû yê Tirkiyê li Hewlêrê Mevlut Yakut kir û bi boneya destpêkirina erka xwe ya nû pîrozbahî li wî kir.
Nêçîrvan Barzanî di hevdîtiê de ji ber destbikarbûna Konsulê nû yê Tirkiyê hêviya serkeftinê jê re xwest û piştgirî û alîkariya xwe nîşan da.
Yakut jî xweşhaliya xwe ji bo destnîşankirina wî weke Konsulê Giştî yê welatê xwe li Hewlêrê nîşan da û hêvî kir ku bikare pêwendiyên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê de bi pêş bixin.
Dawî pêşhatên navçeyê bi giştî û çend mijarên din ên cihê giringiya hevbeş, mijareke din a civînê bûn.




