26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hijmara bê ya govra Koalîs a Libnanî dê taybet be bi Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Rêvebira govara Koalîs a Libnanî got ku, hijmara bê ya kovra Koalîs dê taybet be bi Kurdistanê.


Fatîme Feqîye seroka govara Koalîs a Libnanî, duhî, serdan bajarê Silêmaniyê kir û ji aliyê Behroz Heme Salih waliyê Silêmaniyê ve hat pêşwazî kirin.

 

Di civîneke dostane de, Fatîme Feqîye got ku, ew dê bi hevkariya senterê ragehandina Silêmnaiyê jimareke kovara xwe bo behiskirina Kurdistanê di warê dîrok, kultur, aborî, siyasî û civakî de terxan bikin.
Berpirsa govara Koalîs got jî ku, ew dê lêbixebitin hijmara kovara Koalîs a taybet bi herêma Kurdistanê piştî newrozê biweşînin.

 

Waliyê Silêmaniyê di axavtinekê de ev pêngava berpirsên govara Koalîs a libnanî bilind nirxand û bigiringî behsa rola Libnanê, weke welatek demokratîk, li deverê kir  û got ku, têkeliyên Kurdistan û Libnanê têkeliyên kevi in û niha jî hijmareke mezin ji kompaniyên libnanî li herêma Kurdistanê kar dikin.

Nûçeyên têkildar