Sefîn Dizeyî: Serokwezîr bi aşkirayî serdana Çiwarta kir

Roja yekşemiya çûyî 03.03.2013ê di çarçoveya sedana xwe de bo devera Germiyanê û serdana bajarê Helebce, Seydsadiq, Pêncwîn û Çiwarta, birêz Nêçîrvan Barzanî kevirê bingehîn bo zêdetir ji 80 pirojeyên xizmetgozarî dana û ji nêzîk gudariya daxwaz û pêşniyarên berpirsên îdariyên wan bajar û deverê kir. Lê, mixabin, hindek kanalên ragehandinê weşandiye ku, serokê civata wezîran bi nihênî û bi şevê serdana Çiwarta kiriye daku hevwelatî nebînin.
Li dor vê yekê, Sefîn Dizeyî berdefkê hikûmeta herêma Kurdistanê ku, digel serokwezîr serdana wê deverê kiribû, di daxuyaniyekê de dibêje:
- Ew nûçeye ne bi wî şiklî ye yê ku hindek kanalên ragehandinê weşandî, serokwezîr Nêçîrvan Barzanî hevrê digel hijmareke wezîr û berpirsên hikûmî serdana wê deverê kir û kevirê bingehîn bo zêdetir ji 80 pirojeyên xizmetgozarî bo wê deverê danan. Di wê serdana xwe de, serokê hikûmetê digel berpirsên îdarî û nûnerên xelkê Helebce, Pêncwîn û Seydsadiq civiya û bi hev re rewşa deverê, pêdawîstî û daxwaziyên xelkî behis kirin.
Dizeyî di berdewamiya daxuyaniya xwe de dibêje:
- Jiber mezinî û berfirehiya deverê wê serdanê gelek wext kêşa, tevî vê jî saet 7ê êvarê serokwezîr Nêçîrvan Barzanî serdana Çiwarta kir û digel berprisên îdarî yên Çiwarta civiya û guhdariya daxwaz û pêdawîstiyên hevwelatiyên bajêr kir




