26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Di evê heftê de parlîyamenta Iraqê kombûnekê bo vekşandina bawerîyê ji Nûrî Malikî saz dike

Çavkanî: KDP.info

Endamê parlîyamenta Iraqê yê bi ser lîsteya "Aşûr Hamîder" ragihand, ku serokê parlîyamenta Iraqê " Usama Nuceyîfî" di evê heftê de banga endamên parlîyamentê bo vekşandina bawerîyê ji Nûrî Malikî dike.
Di evê derbarê de li gorî ajansa " Îxbarîye" evî endamî ragihand, ku ew alîyên sîyasî ewên di kombûna Necef û Hewlêrê de pişkdar bûne, biryara dawîyê di bareya vekşandina bawerîyê ji Nûrî Malikî dane û dengê pêwîst jî ji bo evê mebestê kom kirine.
Di heman demê de endamê Turkmanî yê bi ser lîsteya Iraqîyye "Nebîl Herbo" ragihand, ku kombûna encumena nûneran bo vekşandina bawerîyê ji Nûrî Malikî bi eşkerayî bi rêve diçe û bi rêya kanalan ji bo raya giştî tê veguhaztin.
Evî endamî ji ajansa " Îxbarîye" re ragihand, ku 79 endamên parlîyamenta Iraqê yên bi ser lîsteya El-Iraqîyye bo wergirtina bawerîyê ji Malikî muhr kirine û 8 endamên din jî ret kirine, ku ji evan 8an jî, 4 jê Erebên parêzgeha Kerkûkê ne.

Nûçeyên têkildar