Alîkariyên Başûr gihiştin taxên kurdan ên Helebê

Helebê-KDP.info/ Alîkariyên ji aliyê gelê Başûrê Kurdistanê ve hatibûn komkirin û gihîştibûn Rojavayê Kurdistanê, piştî gelek hewldanan yekem car gihîştin taxên kurdan ên bajarê Helebê.
Li gor ajansa Firatnews Komîteya Xizmetan a Desteya Bilind, alîkariyên ji aliyê gelê Başûrê Kurdistanê ve hatibûn şandin, bi 8 wesayitan duh gihandin taxên kurdan ên Helebê.
Di derbarê alîkariyan de Endamê Komîteya Xizmetan a Desteya Bilind Nûredîn Elî agahî ajansa ANHA'yê û diyar kir ku, alîkariyên gihiştine Helebê wekî gaveke dîrokî ye. Elî da zanîn ku, ji ber ambargoya rêjîma Bass û Artêşa Azad gelê Rojavayê Kurdistanê û bi taybet taxên kurdan ên Helebê, ji hemû gelên Sûriyeyê zêdetir di nava zehmetiyan de jiyan dike. Elî got ku, alîkariyên hatine ji şîrê zarokan, ard û madeyên xwarinê pêk tên.
Endamê Komîteya Alîkariyan Mistefa Henûş jî da zanîn ku, dê alîkarî li hemû şêniyên taxên kurdan bêne belavkirin.




