26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî û Balyozê Brîtanya gotûbêj li ser çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Brîtanyayê li Iraqê kri û çend pirsek gotûbêj kirin.

Îro Pêncşema 17.11.2022yê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bajarê Duhokê pêşwazî li Balyozê Brîtanyayê li Iraqê Mark Bryson-Richardson kir û di hevdîtinê de pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê hatin gotûbêj kirin.

Di hevdîtinê de rewşa giştî ya Iraqê û giringiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê li ser bingehê destûr û karnameya hikûmeta nû hate gotûbêj kirin.

 

Nûçeyên têkildar