26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Wezîrê çandinîyê dev ji karê xwe berda

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info/ Duhî wezîrê çandinîyê yê Iraqê Izzedîn Dewle ji ber kujtina xwenîşanderên bajêrê Mûsilê, dev ji karê xwe ber da.
  Li gor ajansa PNA cihgirê serokê wezîrên Iraqê Salih Mutleg ragihand, ku duhî wezîrê çandinîyê yê Iraqê dev ji karê xwe berdaye.

 Salih Mutleg weha jî da zanîn, ku ev wezîrê han ser bi lîsta Iraqîye ye û ji ber kujtina xwenîşanderên bajêrê Mûsilê dev ji karê xwe ber daye.

 Dezgehên ragihandinê yên Iraqî daxuyanîyeka wezîrê çandinîyê belavkirine û dibêje: li ber gelê xwe û xelkê xwe li Mûsilê rawistiyame û dev ji karberdana xwe ji hukûmetê radigehînim, ji ber ku biwar nemaye di hukûmetekî de bimînim ku guhdariya daxwazên gel neke

Nûçeyên têkildar