Balyozê Fînlandayê: Emê berdewam bin li ser piştevaniya Hêzên Pêşmerge

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Fînlanda li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de Balyozê Fînlandayê got ku welatê wî dê berdewam be li ser piştevaniya Hêzên Pêşmerge.
Îro Çarşema 16.11.2022 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Matti Lassila Balyozê Fînlanda li Iraqê kir
Di hevdîtinê de Balyozê Fînlanda li Iraqê pêzanînên xwe ji bo cihê destê Serok Barzanî li xebat û dîroka hevçerxa gelê Kurdistanê hebû û spasî rola Pêşmerge û Herêma Kurdistanê û Serok Barzanî ya di şerê teror û têkşikandina terorîstên DAIŞê de kir.
Di beşeke dinê vê hevdîtinê de Balyozê Fînlanda li Iraqê tekezî li ser wê yekê kir ku welatê wî berdewam dibe li ser piştevanî û meşq û rahênana hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û spasî Hikûmeta Herêmê jî kir ji bo hevkarî û hemahengîkirina li vegerandina welatiyên Fînlanda li Sûriye.
Rewşa siyasiya Iraqê mijareke dinê vê civînê bû.




