Nûrî Malikî, çekan bi ser alîgir û endamên partîya De'we belav dike

Jêderekî ji alîyê sadr da nîşandan, ku serokê hukûmeta Iraqê Nûrî Malikî çek bi ser dedan endam û alîgirên partîya De'we ve bo mebesta xwe amadekirinê ji qunaxa paş wergirtina bawrîyê ji Nûrî Malikî belav kirîye.
Evî jêderî ji rojnameya " Sîyase" ya Kweyîtî re ragihand, ku Malik hejmareka mezin ji leşkerên supayê Iraqê jî bi taybetî ewên endamên partîya De'we ne li parêzgeha Baxdadê, Necef, Kerbela û Dîwanîye bi ser wan ve belav kirîye.
Di heman demê de berpirsekî dinê evê alîyê " Ewdeyî Ewad" daxwaz ji hevpeymanîya Şî'eyan dike, ku kesekî din li cihê Nûrî Malikî namzad bikin, bi evê yekê jî tengasîya niha Iraqê bi dawê tê.




