Beşar Esed: Kurdên Başûr û yên Rojava gihaştine hev, hergav dewleteke Kurdan dikare bê avakirin

Serokê Rejîma Sûriyayê Beşar Esed di hevdîtina xwe ya bi heyetek ji Parlementerên Tirkiyeyê re behsa rewşa Kurdan kiriye û ragihandiye ku, jiber pêvajo û hevsengiyên siyasî yên Deverê Kurd gelek nêzî damezrandina dewleta xwe bûne.
Serokê Sûriyayê eşkere kiriye ku, hêzên rejîma Sûriyayê kontrola piraniya Deverên Sînur ji dest dane û niha Elqaêde wan Deveran kontrol dike û ji sedî 25 ji Deverên Sînur jî ketine destê Kurda.
Esed diyar kiriye ku, Kurdên Başûr û Rojawayê Kurdistanê gehêştine hev û hewldanên wan bo yekxistina xwe gelek berfirene û damezrandina dewleta Kurdî jî meseleyeke demêye û her an mimkune dewleta Kurdî were ragihandin.




