Muqteda Sadr: ji bo xelkê Iraqê ku tenê daxwaza jîyanê dikin dest ji kar berde

Muqteda Sadr serkirde û lêvegerê alîyê Sedr daxwaz ji Nûrî Malikî dike, ku başîya xwe temam bike û ji ber gelê Iraqê ku tenê daxwaza jîyanê dike dest ji kar berde.
Yekek ji alîgirên Sadr pirsek aresteya wî dike, ku dibêje " di evan rojan de hinek ji serokê encumena parêzgehan li navend û başûrê Iraqê gef bi herêmbûna parêzgehên xwe didin, eger bawerî ji Nûrî Malikî serokê hukûmeta Iraqê hat vekşandin, em daxwaza nerîna we di evê derbarê de dikin".
Muqteda Sadr di bersiva xwe de dibêje " bi navê xwedê , ez sipasîya evê karê dikim, ez dibêjim, ku başîya xwe temam bike û ji ber gelê Iraqê ku tenê daxwaza jîyanê dike û ji bo hevpişkên te tenê daxwaza hevpişkîyê dikin, dest ji kar berde.
Eve du mehên her yek ji alîyên Sadr û hevpeymanîya kurdistanî rexneka tund û dijwar li Malikî dikin û bi takrewîyê û dîktatorîyetê guneh bardikin û ji ber evê sedemê zincîrek ji kombûnan li bajêrê Hewlêr û Necef bo vekşandina bawerîyê ji Nûrî Malikî encamd dane.




