26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî gihîşt hola kongreya PDKê

Çavkanî: KDP.info

Duhok-KDP.info- Kongreya PDKê îro Pêncşema 3.11.2022 li Duhokê destpê kir û di destpêkê de Serok Barzanî pêşangeheke wêneyan vekir. Paşê Serok Barzanî gihîşt hola kongreyê û kongre bi xwendina hinek ayetên Quranê destpê kir.

Serok Mesûd Barzanî îro danê sibehê bi boneya destpêkirina 14emîn Kongreya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Duhokê, peyamek di tora xwe ya fermî yê “Twitter” de belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de wiha got: “Îro 14emîn Kongreya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Duhokê dest bi karên xwe kir. Bi vê boneyê, pîrozbahiyê li hemû endam û alîgirên PDK ê û gelê Kurdistanê dikim. Hêvîdar im encam û raspardeyên Kongreya Çardemîn a PDK’ê di xizmeta berjewendiyên bilind ên gelê me de bin.”

 

Nûçeyên têkildar