26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Lîsteya El-Iraqîyye pêşbînîya dest ji kar veşîna Malikî dike

Çavkanî: KDP.info

Lîsteya El-Iraqîyye pêşbînî dike ku Nûrî Malikî serokê hukûmeta Iraqê dê dest ji kar vekşîne berî ku bawerî ji  wî tê vekşandin.
Di evê derbarê de bêjedarê evê lîsteyê " Meysûn Demlûcî" ragihand, ku hejmartina ber bi xwe rê ve ji bo wergirtina bawerîyê ji "Nûrî Malikî" piştî komkirina muhrên nîvê endamên parlîyamenta Iraqê dest pê kir.
Herweha got, Celal Talebanî serokê komara Iraqê daxwaza kombûneka ne asayîya parlîyamenta Iraqê dike, ku weha xuya nekir bo dengdan li ser vekşandina bawerîyê ji Nûrî Malikî.
Demlûcî pêşbînî dike, ku berî bawerî ji Nûrî Malikî tê vekşandin, ew dê  bi xwe dest ji kar berde, ku her yek ji alîya Ehrar û lîsteya hevpeymanîya Kurdistanê û lîsteya El-Iraqîyye û hejmarek ji endamên taybetên hevpeymanîya niştimanî û dewleta qanûnê muhr li ser evê çendê kom kirine.
Wek tê xuyakirin, ku eve sê meh in li Iraqê alozîya sîyasî navbera Nûrî Malikî serokê hukûmeta Iraqê û her yek ji kurdan û El-Iraqîyye û alîyê Sadr saz bûye. Û gelek zincîre kombûn di evê derbarê de hatîye li darxistin.

Nûçeyên têkildar