Celal Talebanî rêdaye Parlîyamenterên xwe ku muhr li ser vekşandina bawerîyê ji Nûrî Malikî bikin yan na

Siteya Xendan di nûçeyeka xwe de belav kirîye, ku parlîyamenterên ser bi Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanî (YNK), li hember vekşandina bawerîyê ji Nûrî Malikî serokê hukûmeta Iraqê, bo vekşandina bawerîyê ji Malikî serpişkin ku muhran vekom bikin yan na.
Di evê derbarê de parlîyamenterên (YNK) muhrên xwe xistine destê polîtbureya YNK û evê polîtbureya han jî biryarê dide gelo evan muhran dixe ser wan muhrên vekşandina bawerîyê ji Nûrî Malikî yan ne.
Herweha di evê siteyê de hatîye, ku ev pêngava han a parlîyamenteran, piştî evê çendê dihê ku Celal Talebanî emîndarê giştîyê YNK parlîyamenterên partîya xwe serpişk kirîye ku muhr li ser vekşandina bawerîyê ji Nûrî Malikî bikin yan ne.




