25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Serokomarê nû yê Iraqê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî vê êvarê di pêwendiyeke telefonî de pîrozbahî li Letîf Reşîd kir ku wek Serokomarê Iraqê hat hilbijartin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê vê mijarê de ragihand: “Min pîrozbahî li Dr. Letîf Reşîd kir bi boneya hilbijartina wî wek Serokomarê nû yê Iraqa Federal.”

Mesrûr Barzanî wiha got: “Min jê daxwaz kir, di asta berpirsyariya xwe ya girîng de be ji bo parastina mafên destûrî yên hemû Iraqiyan tevî Herêma Kurdistanê.”

Herwiha got jî: “Me hemûyan gelek alozî dîtine. Niha divê îradeyeke rasteqîn hebe, da ku em jinûve dest pê bikin. Êdî nabe daxwaz û pêwîstiyên xelkê werin paşguhkirin.”

Nûçeyên têkildar