Serok Barzanî: Destûr nehat dayîn ku îradeya gelê Kurdistanê bê paşguhkirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî peyamek li ser hilbijartina Serokomarê nû yê Iraqê belav kir û got, “Destûr nehate dayîn ku îradeya gelê Kurdistanê bê paşguhkirin.”
Serok Barzanî li ser proseya siyasî ya Iraqê û hilbijartina serokomariya Iraqê peyamek belav kir û got “Ji dema ragihandina encamên hilbijartinan di Cotmeha sala borî de heta niha gelek hewl hatine dayîn ku îrade û mafên gelê Kurdistanê werin binpêkirin û kesekî li derveyî lihevkirin û îradeya gelê Kurdistanê wek serokkomar ferz bikin.
Lê ev hewldan bi ser neketin û destûr nehat dayîn ku îradeya gelê Kurdistanê bê paşguhkirin.
Ji bo me prensîp hertim ji meqam û pile girîngtir e û di dawiyê de jî ev prensîp bi ser ket ku nabe ti kes li ser îradeya gelê Kurdistanê bê ferzkirin û bibe serokomar.
Hêvî dikim ku gavên bê yên proseya siyasî ya Iraqê xizmeta berjewendiya Iraqa Federal û Herêma Kurdistanê bikin û keşûhewayeke nû jiyana siyasî bigire û dawî li pirsgirêk, asteng û krîzên berê were.
Mesûd Barzanî
13.10.2022”




