Nêçîrvan : Hêvîdar im ev minasebeta pîroz xêr, xweşî û dilxweşiyê bi xwe re bîne

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê
Bi minasebeta ji dayikbûna Pêxember Muhemmed (Silavên Xwedê lê bin) bi germî pîrozbahiyê li misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim.
Hêvîdar im ev minasebet û helkefta pîroz, xêr, xweşî û dilxweşiyê bi xwe re bîne û me han bide ku em zêdetir bi nirx û dersên mezinên peyama aştiyane ya Îslamê ve girêdayî bin.
Bila em hemû alî vê bîranînê bikin derfetek ji bo zêdetir kûrkirina ruhê lêborînê, başxwaziyê, biratî û pêkvejiyana aştiyane.
Di vê helkefta pîroz de, ez daxwazê ji Xwedayê mezin dikim ku gelê Kurdistanê, Iraqê, misilmanan û mirovahiyê ji hemû xerabiyan biparêze.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
12 Rebî’ul-Ewwel 1444 koçî
08.10.2022 Zayînî




