26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Peyama Mesrûr Barzanî bi boneya roja jidayîkbûna Pêxemberê Îslamê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya roja jidayîkbûna Pêxemberê Îslamê Hezretî Mihemed (Silavên Xweda lê bin) di peyamekê de pîrozbahiyê arasteyî hemû misilmanên Kurdistan û Iraq û cîhanê dike.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

“Bi boneya roja jidayîkbûna Pêxemberê Îslamê Hezretî Mihemed (Silavên Xweda lê bin) pîrozbahiyên herî germ arasteyî hemû misilmanên Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim.

Ji Xwedayê mezin û dilovan hêvî dikin, ev boneya pîroz, bibe handerekî zêdetir ji bo pêşvebirina nirxên bilind û mirovî yên olî û kûrkirina kultûra tebayî û lêborîn û pêkvejiyana aştiyane di nav gelên cîhanê de.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê”

Nûçeyên têkildar