25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Hêvîdar im Xwedayê mezin deriyê xêr û dilovaniyê ji gelê Kurdistanê û gelên Iraq û navçeyê re veke

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi boneya bîranîna roja jidayîkbûna Pêxemberê Îslamê Hezretî Muhemed (Silavên Xwedê lê bin) peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Peyama Serok Barzanî:

“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta salvegera ji dayikbûna pêxemberê mezin, hezretî Mihemed Mistefa (Silavên Xwedê li ser bin) pîrozbahiyê li hemû misilmanên cîhan û Iraq û Kurdistanê dikim.

Di vê helkefta pîroz de ji Xwedayê mezin hêvîdar im deriyê xêr û bereket û dilovaniyê bi rûyê gelê Kurdistanê û gelên Iraq û navçeyê veke û aştî û mirovdostî seranserê cîhan û navçeya me vegere.

Herwiha ji Yezdanê mezin dixwazim çanda pêkvejiyan û birayetî û tebayî ya li navbera gelê me da kûrtir û berfirehtir bibe.

Wesselamun aleykum werehmetullahu weberekatuhu

Mesûd Barzanî

08.10.2022”

 

Nûçeyên têkildar