26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî Cejna Cemayê li Kurdên Êzîdî pîroz kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi boneya Cejna Cemayê ya Kurdên Êzîdî peyameke pîrozbahiyê arasteyî xuişk û birayên Êzîdî kir.

Peyama Serok Barzanî ji bo Cejna Cemayê wiha ye:

“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta Cejna Cemayê, pîrozbahiyên germ arasteyê Mîrê Êzîdiyan û Babe Şêx û Civata Rûhanî û hemû xwişk û birayên Êzîdî yên li Kurdistanê û cîhanê dikim.

Ez hêvîdar im, ev cejn bibe sedema xweşî û aramî ya xwişk û birayên Êzidî û bişên hemû salekê cejn û xweşiyên xwe bi aştî û asûdeyî saz bikin.

Her bi vê helkeftê, em dakokiyê dikin ku pêdivî ye hemû alî kar ji bo bihêzkirina ferheng û kultûra pêkvejiyanê û biratî û yekrêziyê di navbera hemû pêkhateyên olî û netewî yên Kurdistanê bikin û biparêzin.

Mesûd Barzanî

6ê Cotmeha 2022yan”

 

Nûçeyên têkildar