25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Balyozê Rûsya: Aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo me gelekî girîng e

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info– Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî pêşwaziya Balyozê Rûsyayê li Iraqê Albrûs Kutraşev û Konsulê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê Maksîm Rûbîn û şanda pê re kir.

Di civînekê de ku endamê Polîturoya PDKê Zeîm Elî amade bû, jibilî bixêrhatina şanda mêhvan, Fazil Mîranî bi kurtî behsa rewşa proseya siyasiya Iraqê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqa Federal de kir û tekez kir ku pirsgirêkên Iraqê çareser nabin bê gotûbêj û jihevtêgiheştin û hestkirin bi berpirsyartiya niştimanî, lewra divê hemû hêz, partî û pêkhateyên Iraqê aramiya siyasî wek erk û karê xwe yê sereke bibînin û pirsgirêkan li ser esasê destûrê Iraqê çareser bikin.

Balyozê Rûsyayê spasiya pêşwaziya Sekreterê Polîtburoya PDKê kir û tekezî li ser wê yekê kir ku giring e hemû pirsgirêk û qeyran bi rêya diyalogê weri çareserkirin û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê jî ji bo me gelekî girîng e.

Herdu aliyan herwiha rewşa navçeyê û peywendiyên demdirêj ên navbera Rûsya û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

 

Nûçeyên têkildar