25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Cîgirê Yekem ê Serokê Parlamentoya Iraqê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Şemiya 1ê Cotmehê, pêşwazî li Cîgirê Yekem ê Serokê Parlamentoya Iraqê Muhsîn Mendelawî kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi boneya hilbijartina wî weke Cîgirê Yekem ê Serokê Parlamentoya Iraqê pîrozbahî lê kir û di erkê wî de hêviya serkeftinê jê re xwest.

Di hevdîtinê de ku Cîgirê Serokê Parlamentoyê Şaxewan Ebdullah amade bû, rewşa siyasî ya Iraqê û çareserkirina bingehîn a kêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal li ser bingeha destûrê, hatin gotûbêjkirin.

 

 

Nûçeyên têkildar