26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Cîgirê Yekem ê Serokê Parlametoya Iraqê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistana Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Cîgirê Yekem ê Serokê Civata Nûneran kir.

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro piştî nîvro roja Şemiyê 01.10.2022ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya Muhsin Mendelawî Cîgirê Yekem ê Serokê Parlamentoya Iraqê kir.

Di hevdîtinê de, Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Mendelawî kir ji ber wergirtina baweriya Parlamentoya Iraqê û hilbijartina wî ya wekî Cîgirê Yekem yê Serokê Parlamentoya Iraqê û hêviya serkeftinê di erk û karên wî de xwest. Ji aliyê xwe ve, Mendelawî spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî kir û kêfxweşiya xwe ya ji bo hevdîtina bi Serok Barzanî ra nîşan da.

Gotubêjkirina pêşhatên dawî yên rewşa siyasî ya Iraqê û pêngavên bên yên Civata Nûneran mijarên din yên civînê bûn ku, tê de herdu aliyan tekezî li ser pêwîstiya kar û hemahengiya hevbeş ya di navbera hemû pêkhate û aliyên siyasî ya ji bo aramî û derbaskirina kêşeyên li pêşiya proseya siyasî li ser bingeha berjewendiyên bilind ên welat û parastina welatiyan û rêzgirtina li maf û daxwazên rewa yên wan kir.

 

 

Nûçeyên têkildar