25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokatiya Kurdistanê: Em bang li Hikûmeta Iraqê dikin ku bi erkê xwe rabe û xak û serweriya welat biparêze

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokatiya Herêma Kurdistanê îro Çarşema 28ê Îlona 2022an derbarê êrîşên Îranê yên li ser axa Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir. Ev jî tekesta wê daxuyaniyê ye:

“Em bombebarankirina Herêma Kurdistanê ji aliyê hêzên Komara Îslamî ya Îranê ve bo ser çend armancan û çêbûna ziyanên canî yên ku di nav de sivîl hene, şermezar dikin û em dubarekirina van êrîşan bi tevahî red dikin.

Helwesta Herêma Kurdistanê eşkere ye ku ji sînorên xwe rê nade ti metirsiyeke ewlehiyê bo ser dewletên cîran hebe. Herwiha em tekez dikin ku nabe Herêma Kurdistanê bibe qada yekalîkirina nakokiyên.

Em careke din teqez dikin ku çek û hêz pirsgirêkan çareser nakin û çareserî ya ku di berjewendiya hemû aliyan de ye, diyalog û aştî ye.

Em bang li Hikûmeta Federal a Iraqê dikin ku bi erkê xwe rabe û xak û serweriya welat biparêze.

Serokatiya Herêma Kurdistanê – Iraq

 

28.9.2022”

 

Nûçeyên têkildar