Baregeha Barzanî: Em daxwaz dikin Herêma Kurdistanê êdî nebe qada yekalîkirina nakokiyên hindurê dewletên cîran

Hewlêr-KDP.info- Baregeha Barzanî derbarê topbaranên Îranê yên ser navçeyên Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, mûşekbarankirin û êrîşkirin, kêşeyan çareser nake, divê êdî xwe nespêrin van cûre kiryaran.
Ev jî daxuyaniya Baregeha Barzanî ye:
“Ev cara çendan e ku Herêma Kurdistanê dikeve ber êrîşên mûşekî û bombebaranên hêzên Îranê. Em van êrîş û bombebaranan şermezar dikin, çimkî bûye sedema kuştin û birîndarbûna welatiyên sivîl û jin û zarokên bêguneh û ev yek jî di rastiyê de tawankarî ye. Di heman demê de jî ev êrîş û bombebaran, binpêkirina bingehên cîrantî û dostanî û serweriyê ne û ti hicetekê li xwe nagre û li dijî berjewendî û seqamgîriya Herêma Kurdistanê ne.
Mûşekbarankirin û êrîşkirin, kêşeyan çareser nakin û divê êdî xwe nespêrin van cûre kiryaran, ku ji bilî tawankarî û neseqamgîriyê, ti tiştek jê berhem nayê.
Em daxwaz dikin ku, demildest ev êrîş û bombebaran werin rawestandin û Herêma Kurdistanê jî êdî nebe qada yekalîkirina girift û nakokiyên hindurê dewletên cîran.
Baregeha Barzanî
28.9.2022”




