Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrîşa Îranê bi tundî şermezar kir
__2022_09_28_h19m30s36__HK.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbaskirin û binpêkirina çend care ya serweriya axa Herêma Kurdistanê bi mûşekbarankirinê, bi tundî şermezar kir.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê bombebaranên îro yên Îranê daxuyaniyek belav kir. Ev jî tekesta wê ye:
“Em derbaskirin û binpêkirina çend care ya serweriya axa Herêma Kurdistanê bi mûşekbarankirinê, bi tundî şermezar dikin.
Bombebarankirina binkeyên opozisyonê bi mûşekan ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve, bi her hincetekê be, helwêstekî nerast û ji bo jirêderxistina arasteya bûyeran e û cihê matmayînê ye. Êrîşên bi vî awayî ku berdewam li ser axa me tên kirin û di encamê de xelkê sivîl jî dibin qurbanî, em şermezar dikin û pêwîst e dawî li wan destdirêjiyan bê anîn.
Serokatiya Hikûmeta Kurdistanê
28.9.2022”




