26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî di salvegera Şoreşa Îlonê de: Şoreşa îrade û bixwebaweriya mirovê Kurdistanî bû

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi boneya salvegera Şoreşa Îlonê, peyamek belav kir û tê de ragihand, “Şoreşa Îlonê, şoreşa îrade û bixwebaweriya mirovê Kurdistanê bû û bingeheke bihêz û birêkxistinkirî ji bo berdewamiya têkoşînê û rawestandina gelê Kurdistanê li dijî zordarî danî.”

Peyama Serok Barzanî:

“Îro şêst û yek sal di ser Şoreşa Îlonê ya Mezin re derbas dibin. Di vê şoreşa sertaserî ya gelê Kurdistanê de, hemû çînên civakê beşdarî di xebata netewî û demokrasîxwaz a gelê xwe bûn û hemû pêkhateyên netewî û olî yên Kurdistanê jî mil bi milê Kurdan bi rêbertiya Cenabê Barzaniyê Nemir li dijî stem û dagîrkeriyê de xebat kirin.

Şoreşa Îlonê, şoreşa îrade û bixwebaweriya mirovê Kurdistanê bû û bingeheke bihêz û birêkxistinkirî ji bo berdewamiya têkoşînê û rawestandina gelê Kurdistanê li dijî zordarî danî. Şoreşa Îlonê bi bihayên xwe yên bilind û pêdagirî û xweragiriya serkirdatiya wê, Pêşmerge û cemawer, wiha kir ku doza rewa ya gelê Kurdistanê gavên gelekî mezin ber pêş ve bavêje û bibe çavkaniya hêzê ji bo qonaxên din ên xebata gelê Kurdistanê û her wiha bibe çavkaniya îlham ji têkoşer û xebatkaran re li hemû perçeyên din ên Kurdistanê.

Di salvegera şêst û yekemîn a Şoreşa Îlonê de, pêzanîna min ji bo rol û keda dayik û jinan û hemû wan Pêşmergeyên xebatker û qehreman heye ku rola wan di wê şanaziya niştimanî de hebû, çi ew qehremanên ku di Şoreşa Îlonê de şehîd bûn yan jî di jiyanê de nemane û çi ew kurên ku di şoreşê de beşdar bûne û hîn di jiyanê de mane. Wan qehremanan dîrok ji bo gelê xwe dirust kirin û ew cihê şanazî û serbilindiya hemûyan in.

Mesûd Barzanî

11.9.2022”

 

Nûçeyên têkildar