26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Şoreşa Îlonê dijmin neçar kir ku mafên me yên netewî nas bike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi boneya salvegera şoreşa Îlonê peyamek belav kir û tê de daxwaza yekrêziya hemû partî û pêkhatên Kurdistanê dike ji bo parastina mafên destûrî û destkeftên neteweyî.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi helkefta salvegera şoreşa Îlonê peyamek belav kir û tê de got:

“Îro em şoreşa mezin a gelê Kurdistanê bi bîr tînin ku Şoreşa Îlonê ya mezin e. Ev şoreş xaleke werçerxanê ya dîrokî û şoreşeke sertaserî a xelkê Kurdistanê bû bi hemû pêkhateyên wê yên netewî û olî bi serkirdatiya Rêberê Niştimanperwer Mistefa Barzanî yê Nemir.

Yek ji giringtirîn û bihadertirîn taybetmendiyên Şoreşa Îlonê, yekrêzî û yekgirtiya gelê Kurdistanê bû ku ji ber xweragirî û îradeya bihêz a xelkê Kurdistanê, dijmin neçar bû beşek ji mafên wî yên netewî û niştimanî yên rewa di çarçoveya Peymana Yazdehê Adarê de nas bike.

Her wiha giringtirîn nasnameya Şoreşa Îlonê, guhartina raperîn û xebata navçeyî bo şoreşeke niştimanî ya sertaserî li hemû Kurdistanê û avakirina hesta netewî û niştimanî li cem hemû welatiya Kurdistanê bû.

Îro ku salvegera Şoreşa Îlonê ya Mezin bi bîr tînin, pêwîst e hemû alî û pêkhateyên gelê Kurdistanê yekhelwest û yekdeng bin ji bo berevanî û parastina mafên me yên destûrî û destkeftên me yên niştimanî ku xelk Kurdistanê bi dehan salan ji bo wan xebatê dike û qurbaniyên mezin dane.

Di salvegera Şoreşa Îlonê de, bi rêz û pêzanînê ve hemû Pêşmerge û beşdarên vê şoreşa mezin a gelê Kurdistanê bi bîr tînin.

Silav li giyanê pak ê şehîdên Şoreşa Îlonê û tevahiya şehîndên Kurdistanê”

Nûçeyên têkildar