26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

saziyên sivîl daxwaza ragirtina operasiyonên serbazî dikin

Çavkanî: KDP.info

Bakûrê Kurdistanê-KDP.info/ Li Amedê 159 saziyên sivîl daxwaz ji hikûmeta Turkiya kirin ku operasiyonên serbazî bidete rawestandin, ji ber ku ziyanê digehîne qonaxa aştiyê û destê alîgirên şerxwazan bi hêztir dike û hêviya bo çarekirina pirsa kurdî kêm dike.


Bi destpêşxeriya komeleya mafê mirovî ya liqê Amedê 159 saziyên sivîl kombûneka berfireh sazkirin û qonaxa aştiyê gengeşe kirin, piştî kombûnê racî bîlîcî serokê komeleya mafê mirovî li ser navê saziyên sivîl encam nameya kombûnê xwand û diyarkir ku hevdîtinên li îmiraliyê hêviyek mezin daye civaka kurd û turik û pêdivî ye her kes û aliyekî piştevaniya çarekirina pirsa kurdî biket û got: (gelê kurd bi hemû Aliyên siyasî, civakî û saziyên xwe yên sivîl ve bo aştiyê berhevin, lê pêdivî ye hikûmeta Turkiya operasiyonên xwe yên serbazî bidete rawestandin û dest ji hêrişa ser qendîl û zapê berdet, çunku ziyaneka mezin digehîne pirosîsa aştiyê û vê derfeta zêrîn jî dixe jêr metirsiyê).


Herwesa cêgirê serok wezîrên Turkiya bulend arinc jî di daxûyaniyekê da ragehand ku dem dema aştiyê ye û daxwaz ji hemû aliyên cuda yên Turkiya kir ku li hember pirosîsa aştiyê nebine rêgir û got: (em wek parta dad û geşepêdan û hikûmeta Turkiya rijdîn li ser aştiyê û çu kes û aliyek neşêt me ji pirosîsa aştiyê dûr biket, çunku dê hikûmet rijandina xwînê bidete rawestandin û nahêlin dayik zêdetir rondikan birêjin û agir bikeve nav malan).


Li Aliyê dî hejmarek rewşenbîr, rojnamevan, ekter û hunermendên turik û kurd yên wek sezen aksu, kadîr înanir, cengîz çandar, Ehmed Altan, Hesen Cemal, Oral Çalşlar, Îbrahîm Tatlîses, Mehsum Qirmîzî Gul û hejmarek malbatên şehîdên turik, dayikên aştiyê, malbatên berzebûyan, dayikên şehîdên kurd û bi sedan kes û aliyên cuda piştevaniya xwe bo çarekirina pirsa kurd diyarkirin.


Li aliyê dî piştî ku di hêrişa firokeyên şer yên Turkiya bo ser çiyayê qendîlê da çiwar gerîlayê kurd jiyana xwe ji dest dabûn, hêzên parta karikerên Kurdistanê li devera lîcê ya ser bi Amedê ve çalakiyeka tolivekirinê encam da û têda çiwar serbazên turik bi giranî birîndar bûn û yek jî berzeye.

Nûçeyên têkildar