26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Befirehkirina têkeliyan digel herêma Kurdistanê yek ji xwestekên vê qonaxê ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, li ofîsa xwe li bajarê Hewlêrê pêşwazî li sefîrê İtaliyayê yê İraqê Masîmo Maronî û berprisê ofîsa sefaetxaneya ;taliyayê ya li Hewlêrê Sîmonî de Sante kir.

 

Di civînekê de sefîrê İtaliyayê got:

- Berî 20 salan min weke diplonasekî li İraqê kar dikir, îro ez gelek kêfxweş im ku, careke din hatime İraqê û bo cara yekem serdana herêma Kurdidstanê dikim. Em hatine Hewlêrê da digel berprisên hikûmeta herêma Kurdistanê behsa têkeliyên navbera İtaliya û herêma Kurdistanê behis bikin û wan têkeliyan di hemû waran ber bi pêşve bibin.

 

- Befirehkirina têkeliyan digel herêma Kurdistanê yek ji xwestekên vê qonaxê ye. Em lêdixebitin ku, sewyeya nûneratiya xwe ji ofîsa sefaretxaneyê bo konsolxaneyê giştî bilind bikin. Ev yek jî dê alîkariya me bike ku, xizmetên zêdetir û vîzayî li Hewlêrê bi hevwelatiyên herêma Kurdistanê bidin ûbazineyê hevkariyên di warê bazirganî, aborî, zanistî û kulturî de berfirehtir bikin.

 

- Şirket û kompaniyên îtalî dixwazin bi awayekî baştir berê xwe bidin herêma Kurdistanê û beşdariyê di pirosesa avadankirina herêma Kurdistanê de bikin.

 

Ji aliyê xwe ve Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, bi minasebeta wergirtina postê nû, pîrozbahî li sefîrê nû yê ;taliyayê kir û hêviya serkeftinê jê re xwest:

 

- Em gelek bi giringî li têkeliyên xwe yên digel İtaliyayê dinêr in û biryara hikûmeta İtaliyayê ya bilindkirina sewyeya nûneratiya xwe li hewlêrê bilind dinirxîn in. ev pêngava hikûmeta îtalî di vê qonaxê de dê bibe hokarek serekî ji bona zêdetir berfirehkirin û pêşkeşkirina xizmetgozariyan bo hevwelatiyên her du aliyan.

 

Giringiya rola Yekêtiya Ewropa û Netweyên Yekgirtî bo hevkarîkirina aliyên siyasiyên İraqê û dîtina rêya çareseriya kirîza İraqê di civînê de hat behis kirin.
Rewşa Suriyeyê û rewşa penaberên surî mijareke din a civînê bû.

 

Nûçeyên têkildar