Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulê nû yê Amerîkayê kir
_(1)__2022_08_24_h19m19s8__HK.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro Çarşema 24.08.2022an pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Irvin Hicks Jr. kir.
Serokwezîr bi boneya destbikarbûna wî ya postê pîrozbahî li wî kir û hêviya serkeftinê di erkê wî de xwest û spasiya berdewamiya piştevaniya Amerîka kir û daxwaza Herêma Kurdistanê jî ji bo pêşxistina peywendiyên dualî nîşan da.
Ji aliyê xwe ve Konsulê Giştî yê nû yê Amerîkayê kêfxweşiya xwe ji bo wergirtina erkên xwe li Herêma Kurdistanê nîşan da û amadehiya welatê xwe jî ji bo pêşxistin û bihêzkirina têkeliyên li gel Herêma Kurdistanê di hemû waran de nîşan da.
Çaksaziyên kabîneya nehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê, pirrengiya aborî, sermayerazandin û piştevaniya sektora taybet mijareke dinî hevdîtinê bû.




