Balyozê Japonyayê bo Nêçîrvan Barzanî: Emê li ser piştgîriya Herêma Kurdistanê berdewam bin

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê îro Duşema 22.08.2022, pêşwaziya Suzuki Kotaro Balyozê Japonyayê li Iraqê û şandeya pê re kir.
Di hevdîtinekê da pêşhatên dawî yên rewşa siyasî li Iraqê û peywendiyên Japonyayê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Balyozê Japonyayê tekez kir ku welatê wî dê li ser piştgirî û hevkarîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê berdewam be, pesnê pêşkeftinên Herêma Kurdistanê da û rola Serok Nêçîrvan Barzanî di nêzîkkirina aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û yekrêziya di navbera wan da bilind nirxand.
Serok Nêçîrvan Barzanî, Ji aliyê xwe ve, spasiya rola Japonyayê ya li Herêma Kurdistan û Iraqê kir û bi taybetî amaje bi kar û çalakiyên ajansa JICA ya Japonê kir û hêviya berdewambûna kar û çalakiyên Japonê û pêşxistina têkiliyên du alî xwest.
Rewşa siyasî ya Iraqê û sûdwergirtina ji derfetan, aştî û aramiya navçeyê bi giştî, metirsiya terorê, pirsa avadankirinê û ew sektorên ku Japon dikare tê de kar bike û handana sektora taybet, çend mijarên din yên hevdîtinê bûn.




