Serok Barzanî û Nûnera Sekreterê NY: Pêwîst e qeyranên Iraqê di çarçoveya destûr de bêne çareserkirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kir.
Îro Dûşema 22.08.2022 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya xanima Jeanine Plasschaert Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kir.
Di hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasiya Iraqê û qeyrana siyasî de danustandina bîr û ramanan kirin û her du alî tekez li wê yekê kirin ku pêwîst e kêşe û qeyranên Iraqê di çarçoveya destûr de û bi awayê diyalogê bêne çareserkirin.




