26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Gelê Kurdistanê xwediyê dozeke rewa ye û ji bo vê dozê amade ye her qurbaniyekê bide

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Konsulê nû yê Amerîka li Hewlêrê kir û di wê hevdîtinê de Konsulê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê pêzanînên xwe ji bo xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê ya ji bo gihîştina bi azadî û rûbirûbûna dîktatoriyetê hebû

Îro Dûşema 22.08.2022 li Selaheddîn Serok Mesod Barzanî pêşwaziya Irvin Hicks Jr. Konsulê nû yê Amerîka li Hewlêrê kir.
Di hevdîtinê de Konsulê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê pêzanînên xwe ji bo xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê ya ji bo gihîştina bi azadî û rûbirûbûna dîktatoriyetê hebû. Ewe jî ragihand ku gihîştina bi bextewerî û azadîxwaziyê du xalên hevbeşê di navbera gelê Amerîka û gelê Kurdistanê ne.

Serok Barzanî jî tekezî li ser wê yekê kir ku gelê Kurdistanê xwediyê dozeke rewa ye û ji bo vê dozê amade ye her qurbanîdanekê bide.

Her di vê hevdîtinê de tekezî li ser pêşxistina peywendiyên herdu aliyan kirin û Konsulê Amerîka li Hewlêrê behsa hevkarî û hemahengiyên welatê xwe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku di warê geşepêdana kertê taybet û derfeta kar ya ji bo welatiyan tê kirin.

Nûçeyên têkildar