26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Ebûbekir Caf bi nivîs û helwestên xwe bergirî li Kurdistanê dikir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî malbata nivîskarê koçkirî Ebûbekir Caf kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe de wiha got: “Bi mixabiniyeke mezin, min nûçeya koça dawiyê ya nivîskar û ronakbîrê naskirî yê Kurdistanê Ebûbekir Hesen Caf bihîst ku her dem bi nivîs û helwestên xwe, bergirî li Kurdistan û pirsên niştimanî dikir.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pirse û sersaxî li malbata Ebûbekir Hesen Caf kir û ji hevxemiya xwe ligel wan nîşan da û daxwaz ji Xwedêyê mezin kir, giyanê wî bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê bide her kesî.

 

Nûçeyên têkildar