Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî desteya nû ya Binkeya Laleşê kir

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbahiyê arasteyî desteya nû ya Binkeya Rewşenbîrî û Civakî ya Laleşê kir, bi boneya bidawîhatina kongreya wan a 14emîn.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama xwe arasteyî desteya nû ya Binkeya Laleşê ya Rewşenbîrî û Civakî û got: “Bi helkefta serkeftina kongreya çardemîn a Binkeya Laleşê ya Rewşenbîrî û Civakî û hilbijartina desteya nû, germtirîn pîrozbahiyan li we dikim û hêviya serkeftin û berdewamiyê ji we re dixwazim.Binkeya Laleşê ya Rewşenbîrî û Civakî, xizmeteke berçav a kultur û çanda Kurdî kiriye, nemaze parastin û pêşvebirina kultura Êzidayetiyê. Hêvîdar im hûn di xebat û têkoşîna xwe de ji bo xizmetkirina pirsên niştimanî û pêkvejiyana aştiyane li Herêma Kurdistanê berdewam bin.”




