26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

60 saliya qiralîçîtiya şahjina Îngiltereyê Elisabeth li Hewlêrê hat pîroz kirin.

Çavkanî: KDP.info

Duhî êvarê (02.06.2012) li bajarê Hewlêrê bi amadebûna Fuad Hisên nûnerê serokê Kurdistanê û Felah Mistefa nûnerê serokê hikûmeta Kurdistanê, di merasimekê de, 60 saliya qiralîçîtiya şahjina Îngiltereyê Elisabeth hat pîroz kirin.

Piştî her sê srûdên niştimanî a Birîtaniya, Îraq û Kurdistanê hatîn xwandin, Krîs Bawerz konsulusê konsolxaneya Brîtaniyayê a li Hewlêrê peyvek pêşkeş kir û wî di peyva xwe de behsa têkeliyên siyasî, aborî, bazirganî, kulturî û diplomasî yên navber herêma Kurdistanê û Brîtaniyayê de kir û got ku, di warê hilbirîna neftê de kompaniyên brîtanî sermayeyê xwe li herêma Kurdistanê razandiye û di çarçoveyê bernameyê geşepêdan aşiyanan de jî Brîtaniyayê gelek xwendekarên kurd, ji bo xandina bala, li zanîngehan wergirtine.

Paşî Maykel Aron sefîrê Brîtaniyayê yî Îraqê, bi kurtî behsa dîroka welatê xwe kir û got ku piştî şerê duyem ê cîhanî Brîtaniya careke din bi ser xwe ve hat û vegeriya bo nav gorepana siyasiya navdewlet. Herwesa wî behsa rola brîtaniyayê di pêkanîna xeta dijîfirîn di bihara sala 1992ê de, ji bo parastina xelkê Kurdistanê ji êrîşên leşkerê Îraqê, kir.

 

Felah Mistefa berpirsê têkjeliyên derve bi nûneratiya serokê Kurdistanê û bi nûneratiya serokê hikûmeta Kurdistanê peyvek xwand û wî di axavtina xwe de 60saliya qiralîçîtiya şahjina Îngilterayê Elisabeth li hikûmet û gelê brîtanî pîroz kir. Herwesa Mistefa, tekîd li ser pêşxistina tlêkeliyên siyasî, aborî û diplomasî yên navbera Hewlêr û Londonê kir.

Di merasima pîrozkirina 60saliya qitalîçîtiya şahjina Îngilterayê Elisabeth de, her yek ji Eyad Elawî serokê lîseta Îraqiye, Hesen Mihemed cîgirê serokê parlamentoya Kurdistanê, hijmareke wezîr û parlamenterên Kurdistanê, sefîr û nûnerên welatên biyanî û berprisên uizbî û hikûmî amade bûn.

 

Nûçeyên têkildar