Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Lîsta El Iraqiye kir

Îro çarşem 06.03.2013 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya birêz Dr Eyad Ellawî Serokê Lîsta El Iraqiye û şanda li gel kir ku ji hejmarek Parlementerê Lîsta El Iraqiye pêkhatibûn.
Li hevdîtinê de behsa rewşa pêvajoya siyasiya Iraqê kirin û her du alî li ser wê yekê hevrêbûn ku pêwîste çarekirina kêşeyên nav pêvajoya siyasiya Iraqê bi li berçavgirtina berjewendiya hemû pêkhatên Iraqê bête encamdan.




