Wezîrê perwerdeyê pêşwazî li şandeyeke ajansa Koyka a Koreya başûr kir

Îro (03.06.2012) li bajarê Hewlêrê Îsmet Miehemed Xalid wezîrê perwerdeyê yê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li şandeyeke ajansa Koyka a Koreya başûr kir û di hevdîtinekê de pirojeyên ajansa Koyka yên ku, li herêma Kurdistanê û bi taybetî li Komelgeha Perwerdeya Hevçerxa Silêmaniyê, Kesnezan û Duhokê encam dide hatin nirxandin.
Serokê heyeta ajansa Koyka li dor wan npirojeyan got ku, pirojeyê perwerdeya Silêmaniyê di destpêka sala xwandinê a bê de timam dibe û di meha îlona îsal de jî dê dest bi pirojeyê Duhokê bê kirin û pirojeyê Kesnezan di warê cîbicîkirinê de ye.
Wezîrê perwerdeya hikûmeta herêma Kurdistanê xebatên ajansa Koyka û Koreya Başûr bi giştî yên di warê pêşxistina rrewşa perwerdeyê li herêma Kurdistanê bilind nirxandin û got ku, hevakriyên Koreya Başûr di warê xwandina pîşeyî de bi giringîzanî, jiber ku Koreya Başûr yek ji welatên pêşeng û pêşkeftiyên teknolojiya cîhanî ye




