26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî serxweşî ji Seidî Ehmed Pîre re xwest

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber koça dawî ya dayîka wî, peyameke sersaxiyê arasteyî Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Seidî Ehmed Pîre kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya sersaxiyê de diyar kir: “Birêz Seidî Pîre, Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), min bi xemgînî nûçeya koça dawî ya dayîka cenabê we bihîst.”

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Ez sersaxiyê li we dikim û ez hevbeşê xema we me. Xwedayê mezin rihê wê bi bihiştê şad bike û sebr û aramiyê bide malbata cenabê we.”

 

Nûçeyên têkildar