Serok Barzanî û konsulê Almanya rewşa navçeyê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li konsulê giştî yê Almanya li Herêma Kurdistanê kir.
Serok Barzanî îro Duşema 25.7.20222 pêşwazî li konsulê giştî yê Almanya li Hewlêrê, Klemens Semtner kir ku bo xatir xwastinê serdana wî kiribû.
Di civînê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên Iraqê û herêmê hatin axaftin. Konsulê Almanya spasiya hikûmet û dezgehên din yên Herêma Kurdistanê kir ku di heyama erka xwe de li Hewlêrê alîkariya wî kirine.
Konsulê Almanya amadehiya welatê xwe bo alîkarîkirina Hikûmeta Kurdistanê di warên cuda de bi taybet di warê reforman de nîşan da.




