Nêçîrvan Barzanî: Êrîşên DAIŞê zengila metirsiyeke cidî ne

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser êrîşên şeva borî yên DAIŞê yên li çend parêzgehên Iraqê, peyamek belav kir û ragihand: “Êrîşên DAIŞê zengila metirsiyeke cidî ne, divê bi cidî helwest li ser were nîşandan û bersiva yekalîker were dayîn.”
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha got: “Zincîre êrîşên şeva derbasbûyî li deverên parêzgehên Bexda, Diyala, Selahedîn û Kerkûkê li ser hêzên çekdar û polîsên federaliyê Iraqê ku di encamê wan êrîşan da 7 şehîd û zêdetir ji 20 birîndaran hebûn, zingila metirsiyeke cidî ye.
Tevger û bihêzbûna DAIŞê û berfirehbûna kiryar û êrîşên wê, yên li bo ser asayîş û seqamgîriya tevaya Iraqê gefek rasteqîneye ku pêdiviye bi awayek ciddî helwest li hember wan gefan bêne wergirtin û bersivek cidî bêne dan.
Ji bona berengarbûna wan êrîşên DAIŞê, pêdiviye alîkarî û hevahengiyek çalaktir di navbera leşker û hêzên çekdar û Pêşmerge û sazî yên emnî yên Iraq û Herêma Kurdistanê da hebe. Her wisa, pêdiviye piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletiya dijî DAIŞ ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê berdewam be.
Rewşa emnî û siyasî ya Iraqê, hevkarî û karê hevbeş ji tevaya hêz û aliyên Iraqî tê xwestin ku hemû bi hev ra vê rewşa dijwar derbas bikin û êdî rewşa aloz ya siyasî nebe hokarê têkçûna asayîş û seqamgîriyê û zêdetir bihêzbûna DAIŞê.
Ji bo malbat û kesukarên şehîdan sersaxiyê dixwazim, hevsoz û hevxemê wan im, hêvîdarim hemû birîndar zûtirîn dem çak bibin.”




