26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Kurdistan herdem amade ye ji bo çareserkirina pirsgirêkan

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdana bo Bexdayê de îro 23ê Tîrmeha 2022an ligel Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê Mihemed Helbûsî civiya.

Di hevdîtinê de ku Serokê Hevpeymaniya Siyade amade bû, dawî pêşhat û guhartinên Iraqê û navçeyê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî hatin gotûbêjkirin. Tekezî li pêwîstî û giringiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî li ser bingeha destûrê hatin kirin.

Serokê Encûmena Nûneran destnîşan kir ku derfet heye ji bo çareserkirina tevhiya pirsgirêkan û di nav de, pirsgirêkên girêdayî bi dosyeya petrol û gazê bi riya danîna yasaya petrol û gazê ya federalî ku di berjewendiya hemû pêkhateyên cuda û welatiyan de be.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez kir ku Herêma Kurdistanê herdem amade ye ji bo çareserkirina bingehîn a pirsgirêkan bi riya guftûgoyan, bi awayekî ku mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê parastî bin.

 

Nûçeyên têkildar