25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Divê weke qewareyeke federalî û destûrî serederî bi Herêma Kurdistanê re bê kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 23ê Tîrmeha 2022an ligel Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê civiya.

Di hevdîtinê de, guftûgo derbarê giringiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de li ser bingeha Destûrê hat kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li wê kir ku divê weke qewareyeke federalî û destûrî serederî bi Herêma Kurdistanê re bê kirin.

Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê piştgiriya xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêm û Hikûmeta Federalî de bi riya guftûgoyan û li gor destûrê nîşan da, ku di berjewendiya hemû welatiyên Iraqê de be.

 

Nûçeyên têkildar