Mesrûr Barzanî li Bexdayê ye: Me nexşerêyek destûrî heye ji bo çareserkirina pirsgirêkan

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, me ji bo çareserkirina pirsgirêkên asêmayî yên navbera Hewlêr û Bexdayê ku ev 17 sal in berdewam in, nexşerêyek destûrî heye
Îro Şemiya 23.7.2022 Serokê Hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî gihîşt Bexdayê û ji aliyê Wezîrê Derve Fuad Husên û çend berpirsên din ve hat pêşwazîkirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser armanca serdana xwe bo Bexdayê twîtek belav kir û got: “Kêfxweş im ku ez vegeryame Bexdayê. Gelek mijar hene ku em gotûbêjan li ser bikin, bi taybetî ew mijarên ku em li ser wan yek in û herwiha ew mijarên ku nakokî li ser wan di navbera me de çêkirine.”
Mesrûr Barzanî her wiha got, me ji bo çareserkirina pirsgirêkên asêmayî yên navbera Hewlêr û Bexdayê ku ev 17 sal in berdewam in, nexşerêyek destûrî heye û ew çareserî û nexşerê dê xizmeta seranserî welêt bike, Herêma Kurdistanê jî.




